Li Efrînê 5 kes di şerê di navbera çekdaran de birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê di şerê di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê de derket û di encamê de, 4 çekdar û sivîlek birîndar bûn.

Rewaneha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, li taxa Eşrefîyê ya Efrînê duhî şer û pevçûn di navbera grûpa Ehrar El-Şamê û Sultan Murad de derketin, di encama de jî, 4 çekdar û sivîlek birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyan hatin rakirin.

Li gorî zanyariyan SOHRê, sedema derketina şerê çekdaran, li ser desteserkirina hejmarek dikanên sivîlan li navçeya pîşesazî ye.

Li Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyeyê ve hatiye dagîrkirin, gelak caran şer di navbera grûpên çekdaran li ser dizî, talan û destdanîna ser mal û milkên kurdan derdikev.

Roja 22’ê Hezîranê jî, li gundê Meydan Ekbesê şer û pevçûn di navbera çekdaran xwe bi xwe de derketibû û di encamê de 3 çekdar birîndar bûbûn.