Rêber Fetah: Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo parastina ewlehiya xwarekê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Aborînasek dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo parastina ewlekariya niştimanî ya xwarekê dike.
Aborînas Dr. Rêber Fetah ji K24ê re ragihand, vekirina sayloyan yek ji pêwîstî û temamkerên ewlekariya xwarinê li Herêma Kurdistanê ye. Piştre ewlekariya xwarekê û asayişa aborî û neteweyî jî bi hev girê dide.
Got jî: “Gênim roleke mezin di ewlekariya xwarinê de dilîze, lewma berhemanîna genim li Herêma Kurdistanê bilind e û bazarkirina wê jî gelek baş e.”
Herwiha got: “Çêkirina sayloya Helebce, dê berhemanîna genim zêde bike, ji ber ku ew genimê dimîne jî dê ji bo pêşxistina pîşesaziya xwarekê li Herêma Kurdistanê bê bikaranîn.
Fetih di berdewamiya axaftina xwe de got: “Çêkirina sayloyan, dê bibe nexşerêya geşepêdana Herêma Kurdistanê û nexşerêya hemecurkirina çavkaniyên dahata aborî ya Herêma Kurdistanê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30ê Hezîranê li bajarê Helebceyê kevirê bingehîn ê sayloya bajêr danî.
Sayloya Helebceyê bi bihayê 27 milyar û 500 hezar dînar, li ser rûbera 52 donim erd tê avakirin, ji 10 embarên depokirina genim pêk tê û ku şiyana wê ya embarkirina 40 hezar ton genim heye.