Bandora asayîkirina peywendiyên Şam-Enqereyê li ser Rojavayê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Karvedanên li ser egera nêzîkbûna Tirkiye û hikûmeta Sûriyê roj bi roj zêde dibin. Berdevkê ENKSê dibêje, çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê girêdayî çareseriya giştî ya kirîza Sûriyeyê ye. Şirovekarekî siyasî jî dibêje, nêzîkbûna Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê, di dema niha de guhertinekê li Rojavayê Kurdistanê çênake.
Pêşveçûnên ku di warê asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqerê de çê dibin, nerînên cuda li Rojavayê Kurdistanê peyda kirine. Di dema ku tirs li kolana kurdî ji encamên wê heye, li ser asta siyasî nerîn cuda ye.
Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKSê) Feysel Yûsif dibêje, çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê girêdayî çareseriya giştî ya kirîza Sûriyeyê ye. Di heman demê de jî ew dibêje, giring e lihevkirinek kurdî hebe, da ku mafê kurdan li Sûriyeyê werin misogerkirin.
Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif got: “Em bi çareseriyeke giştî li gorî biryarên navdewletî ne ku tê de, rewşa penaber û girtiyan, hilbijartin bên kirin û hikûmeteke ku opozîsyon jî tê de beşdar bibe li xwe bigire. Devera me jî girêdayî çareseriya li seranserî Sûriyeyê ye. Di vê navberê de, ji aliyê kurdî ve tê xwastin ku ber her tiştî kiryarên ji çekdarên PYDê ve tên kirin, bê rawestandin û lihevkirineke kurdî çê bibe.”
Çavdêrê siyasî û nivîskar Ferîd Sedûn jî dibêje, asayîkirina pêwendiyan di dema niha de guhertinê li ser asta leşkerî li navçeya desthelata Rêveberiya Xweser çê nake, bi taybetî ku hebûna HSDê ji berjewendiya hikumeta Sûriyeyê ye.
Rêveberiya Xweser jî helwestek wê derbarê asayîkirina pêwendiyê Şam û Enqera yê heye ku di daxuyaniyekê de got, eger lihevkirinek di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de çê bibe, dê pîlaneke mezin li dijî gelê Sûriyeyê û rewakirina dagîrkeriya Tirkiyeyê be.