Duyem civîna hevpar a Herêma Kurdistanê û Îraqê ya girêdayî gomirk û xalên sinorî tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Lijneya duyê ya hevpar a navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li ser yekxistina siyaseta gomirkê û çareseriya arêşeyên girêdayî xalên sinorî di çarçoveya qanûn û destûran de di navbera her du aliyan de bi rê ve diçe.
Ragehandina Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 01.07.2024) ragehand, “Civîna duyê ya lijneya hevpar a navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê li ser yekxistina siyaseta gomirkê û çareseriya arêşeyên girêdayî xalên sinorî di çarçoveya qanûn û destûran de di navbera her du aliyan de bi serperiştiya Cîgirê Serokwezîrî û Wezîrê Pilandananê yê Îraqê Mihemed Temîmî ve bi rê ve çû.”
Ragehandina Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “Di wê civînê de ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê Wezîrê Navxwe, Wezîrê Darayî û Aborî û Birêveberê Giştî yê Gomirkê û ji Hikûmeta Îraqê jî wezîrên Navxwe, Dad, Avedankirin û Xwandina Bilind û berpirsên Desteya Deriyên Sinorî tê de berhev bûbûn, danûstandin li ser wan arêşeyan hatin kirin ên ku di warê gomirkê û xalên sinorî de di navbera her du aliyan de hene û herwesa tekez li ser bicihanîna xalên komnivîsa civînên borî jî wekî nexşerêya çareseriya arêşeyan hat kirin.”
Her li dû ragehandina Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şandên her du aliyan hevnerîn bûn ku yek siyaseta gomirkê li ser astê Îraq û Herêma Kurdistanê bê bicihanîn, herwesa zêdetir hevahengî di navbera wan de ji bo parastina berhemê navxwe û bicihanîna rojnameya çandinê bê kirin. Ji bo wê meremê jî, biryar e ku hevahengî û civîn berdewam bin heta digehin lihevkirina dawiyê.