Dijeterora Kurdistanê: Di teqîna li Silêmaniyê de 2 endamên Tevgera Azadî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê aşkere kir, di encama teqîna bomebeyekê bi otomobîlekê de li Silêmaniyê, 2 endamên Tevgera Azadî ya ser bi PKKê ve bi giranî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, îro Sêşemê (02.07.2024) bombeyeke vedayî bi otomobîleke ji cura “Kia Sportage” de li taxa Rapêrîn a bajarê Silêmaniyê teqiya.
Diyar kir jî, di encama teqînê de 2 endamên Tevgera Azadî ya ser bi PKK’ê ve (Mihemed Xelîl û Mihemed Îbrahîm) bi giranî birîndar bûn.
Pêştir jî peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragehandibû, li taxa Rapêrîn a Silêmaniyê otombîlek li nêzîk projeyek niştecihbûnê teqiya û hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê, dest bi lêkolînan kirine.