Serok Barzanî bi Serokwezîrê Îraqê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi Serokwezîrê Îraqê re civiya û bi hev re danûstandinan li ser çend pirsan kirin.
Piştî ku Serok Mesûd Barzanî berî nîvroya îro (Çarşem, 03.07.2024) bi hevaltiya şandeke bilind a Herêma Kurdistanê gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê, serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û pê re civiya.”
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî ragehand, “Di civîna navbera Serok Barzanî û Sûdanî de, danûstandin li ser çarekirina arêşeyên helawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê, pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, darêtina pirojeqanûna petrol û gazê, henardekirina petrola Herêma Kurdistanê, damezrandina Civata Federalî û çend pirsên din tên kirin.”
Biryar e piştî civîna bi Serokwezîrê Îraqê re, Serok Barzanî bi serkirdeyên siyasî yên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê re, ku pêkînera hikûmeta niha Îraqê ye, bicive.