Serok Barzanî li Bexdayê pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Tîrmehê piştî nîvro li Bexdayê pêşwazî Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durriel kir.
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bilî amajekirina bi kêşe û astengiyên siyasî yên Iraqê, hokarên serdana xwe ya bo Bexdayê û hevdîtinên bi aliyên siyasî yên Iraqê re şîrove kir.
Her di vê hevdîtinê de, Balyozê Fransayê li Iraqê behsa serdana Serok Barzanî bo Bexdayê û pêşwazî li diyarkirina dema hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û ragihand, welatê wî piştgirîya baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de dike.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê û pêşhatên navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.