Kerkûkî ji serdana Serok Barzanî bo Bexdayê geşbîn in

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên Kerkûkê û aliyên siyasî bi hêvî li serdana Serok Barzanî bo Bexdayê dinêrin û daxwaz ji her kesî dikin ku piştevaniya pêngavên Serok Barzanî bo dabînkirina mafên gelê Kurdistanê bikin.

Welatiyên Kurd ên li Kerkûkê bi hêvî li serdana Serok Barzanî bo Bexdayê dinêrin ku pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê, cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê û asayîkirina rewşa bajêr, ji daxwazên wan ên sereke ne.

Welatiyê Kurd ê Kerkûkê Xalid Qadir ji K24ê re got: “Daxwaza me ya sereke ji Serok Barzanî, cîbicîkirina madeya 140 û avedankirina navçeyên Kurdistanî ye.”

Welatî Îmad Mihemed tekez dike, Kurdên Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan xwe, pişta xwe bi hewlên Serok Barzanî ve girê didin, ji ber wê jî “pêwîst e Serok Barzanî bibe lêvegera me hemûyan.”

Mamostayê olî yê Kerkûkê Hêmin Bîrespanî got: “Em serdana Serok Barzanî bo Bexdayê bilind dinirxînin, ji ber ku ew ji bo dabînkirina mûçe û mafên din ên xelkê Herêma Kurdistanê çûye Bexdayê û em piştrast in ku di vî warî de xemsariyê nake.”

Bi dehan kêşeyên hilawîstî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de nehatine çareserkirin. Guftûgo jî bi arasteya çareserîkirin û hevtêgihîştina hevpar ve heye.

Endamê Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Hesen Şêxanî dibêje: “Hêvîdar im bi serdana Serok Barzanî bo Bexdayê re, piraniya wan kêşeyên ku di navbera her du hikûmetan de mane, çareser bibin.”

Piştî şeş salan, Serok Barzanî roja 3ê Tîrmeha 2024an, bi komek pilan û bername ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê, serdana Bexdayê kir û bi hejmareke mezin ji berpirsên siyasî û biryarderên Iraqê re civiya.