HSD: Di 6 mehan de 233 çeteyên DAIŞê hatin girtin û 10 çete jî hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nîvê yekem a îsal de, 28 operasyonên ewlehiyê pêk anîn û tê de 233 çeteyên DAIŞ’ê ku di nav wan de serkirde hebûn, girtin û herwiha 10 çeteyên din jî kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 4ê Tîrmehê encamên operasyonên ku di nîvê yekem a îsal de li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîne, eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, tevî ku hêzên HSDê mijûlî rûbirûbûna êrîşên dubare yên artêşa Tirkiyeyê û çekdarên ser bi wê ve bûn, wan bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 28 çalakiyên ewlekarî yên serkeftî li dijî şaneyên DAIŞê pêk anîn û karîn piraniya êrîşên terorîstan pûç bikin. û gelek şaneyên terorîst jinav bibin.

Diyar kir jî, di 28 operasyonên ewlehiyê de 233 çeteyên DAIŞ’ê ku di nav wan de serkirde hebûn, hatin girtin û herwiha 10 çeteyên din jî hatin kuştin.

HSDê di dawiya daxuyaniya xwe tekezî li ser wê yekê kir, ew ê li ser têkoşîna li dijî terorê berdewam bin û dê rê nedin bi awayekî ku ewlekarî û aramiya xwecihî û herêmî têk biçe.