Suhad Şemerî: Serok Barzanî dixwaze Îraqê ji her pêşhateke nexwastî biparêze

Suhad Şemerî
Suhad Şemerî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekereke siyasî amajeyê dide, “Serok Barzanî xwediyê îradeyeke bihêz e û şiyanên çarekirina arêşeyan û komkirina aliyên cuda cuda yên Îraqê hene.” Herwesa dibêje, “Serok Barzanî avakerê siyaseta Îraqa nû ye.”

Şirovekera Siyasî Suhad Şemerî îro (Pêncşem, 04.07.2024) taybet ji K24ê re got, “Serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê di şert û mercên hestyar û dîrokî de ye û yek ji wan serdanan e ku Serok Barzanî bi hikmeta xwe dikare aliyan bi hev re kom bike.”

Suhad Şemerî amaje jî da, “Gelek pirsên hilawîstî hene ku divê bên çarekirin, Serok Barzanî jî ew karakter e yên ku dikare rolekî mezin û erênî di çarekirina wan de bibîne.”

Şirovekera navbirî eşkere jî kir, “Serok Barzanî dixwaze Îraqê ji her pêşhateke nexwastî ya herêmî li Rojhilata Navîn biparêze.”

Wê Şirovekera Siyasî herwesa got, “Siyaseta Serok Barzanî ji parastin û piştgirîkirina hemî alî û pêkhatan pêk tê, herwesa ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurd û Herêma Kurdistanê ji her pêşhatekê hemî bizavan dike.”

Serok Mesûd Barzanî duhî (Çarşem, 03.07.2024) seet 11:20 ê berî nîvro bi hevaltiya şandeke bilind a Herêma Kurdistanê gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Cîgirên Serokwezîrê Îraqê Mihemed Temîm û Fuad Hisên û hejmareke berpirsên hikûmî û siyasî yên Îraqê ve hat pêşwazîkirin.

Ew şanda hevaltiya Serok Barzanî ji bo Bexdayê dike ji Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah, Şêwirmendê Serok Barzanî Erefat Kerem Stûnî, Endamên Mekteba Siyasî ya PDKê Azad Berwarî û Hêmin Hewramî, Berdevka Baregayê Bazirganî Xelîda Xelîl û hejmareke din a berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tê.