Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îranê li Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî li Bexdayê bi Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Îraqê re dicive û pê re danûstandinan li ser peywendiyên dualî yên navbera her du aliyan û rewşa siyasî ya Îraqê û deverê dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 04.07.2024) li bajarê Bexdayê pêşwaziya Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Îraqê Mihemed Kazim Al Sadiq kir.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Di wê hevdîtinê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraqê û deverê li hev guhertin û Serok Barzanî armanc û sedemên serdana xwe ji bo Bexdayê berçavkirin.”

Her di wê hevdîtinê de, Balyozê Îranê li Îraqê ragehand ku welatê wî bi giringî ve temaşeyî serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê dike û piştevana wî ye, hêvî jî kir ku encamên vê serdanê erênî bin û kar bi wan lihevkirinan bê kirin ên ku di navbera aliyên Îraqî de hene.

Peywendiyên dualî jî mijarên tewerekî din ên wê civînê bûn.

 

Fly Erbil Advertisment