Hêmin Seyîd Murad: Stratejiya me zêdetir giringîdana bi berhemên xwemalî ye

Hêmin Seyîd Murad
Hêmin Seyîd Murad

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Birêveberiya Giştî ya Çandinê ya Hewlêrê amajeyê dide ku, bername û stratejiya wan zêdetir giringîdana bi berhemên xwemalî û berbazarkirina berhemên çandinê yên navxweyî ye.”

Birêveberê Birêveberiya Giştî ya Çandinê ya Hewlêrê Hêmin Seyîd Murad îro (Pêncşem, 04.07.2024) ragehand, “Pêxemetî berbazarkirina berhemên çandinê yên navxweyî û zêdetir giringîdana bi berhemên xwemalî, Pişka Çavdêriyê ya Gomirka Çandinê ya Qepana Hewlêrê ya girêdayî Birêveberiya Giştî ya Çandinê ya Hewlêrê li ser piştgiriya cotyar û bazirganan berdewam e, herwesa nexşe û pilanên baş bi merema berbazarkirina berhemên xwemalî danane.”

Hêmin Seyîd Murad herwesa got, “Di vî warî de îro zêdetirî 400 barhilgiran berhemên petat, pîvaz, zebeş, gundor, xiyar û temateyan ji bo derveyê Herêma Kurdistanê hatine birêkirin.”

Navbirî eşkere jî kir, “Hejmara wan piştgiriyên ku ji destpêka îsal heta îro hatine kirin 15 hezar û 500 piştgirî ne, ku ev jî dibe nêzî 250 hezar tonan ji berhemên keskatî li sinorê bajarê Hewlêrê ku hatine henardekirin.”

Birêveberê Birêveberiya Giştî ya Çandinê ya Hewlêrê ron jî kir, “Bername û siyaseta me zêdetir giringîdana bi berhemên xwemalî ye, ji bo ku bi wê rêyê bihayê berhemên navxweyî bilind bibe û berîkaneyê li gel berhemên derve û rawestandina hevkêşeyên pêdivîtiyên navxweyî bike.”

Fly Erbil Advertisment