Şamê canjidestdana Şêwirmenda Esed Lûna El-Şibil ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Sûriyeyê ragihand, Şêwirmenda Serokkomariyê Lûna El-Şibil di encama bûyereke trafîkê de li Şamê canê xwe ji dest da.
Serokayetiya Komarê şeva borî sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên Lûna El-Şibil kir.
Lona El-Şibil di salên borî de, weke Rêvebera Nivîsgeha Siyasî û Ragihandinê li Serokatiya Komarê û piştre jî weke Şêwirmenda Taybet A Serokatiyê kar dikir.
Nivîsgeha Siyasî û Ragihandinê ya Serokkatiya Sûriyeyê roja 2ê Tîrmehê belav kiribû, Lûna El-Şibil li ser rêyeke Şamê rastî bûyereke trafîkê hatibû.
El-Şibil ne wek navekî asayî tê dîtin, belkî ew yek ji stûnên xeleka derdora Beşar Esed e, hem li ser asta medyayî û hem li asta siyasî.