Agrîn Ebdullah: Di Kabîneya Nehem de me 440 projeyên rêyên cuda cîbicî kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Birîkarê Wezareta Avedankirin û Niştecihbûnê got, di Kabîneya Nehem de, 440 projeyên cuda yên rêyan hatine bicihanîn.

Birîkarê Wezareta Avedankirin û Niştecihbûnê Agirîn Ebdullah ji K24ê re ragihand, di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, yek ji sektorên herî girîng, warê rêyan e. Di nava van çar salan de, gelek projeyên rêyan hatine bicihkirin.

Agirîn Ebdullah got: Li gor amaran, 440 pirojeyên curbicur yên rêyan ji wan projeyên mezin, navîn û biçûk hatine cîbicîkirin û 1295 kîlometre rêyên nû li Herêma Kurdistanê temam bûne û ketine xizmeta welatiyan.

Birîkarê Wezareta Avedankirin û Niştecihbûnê da zanîn jî, li seranserê Herêma Kurdistanê 11 fermangehên çakkirin û parastina rêyan hatine damezrandin.

Herwiha Agirîn Ebdullah got, eger rêyek an jî cotrêyek baş bi kalîte hebe, xelkê han dide ku biçin cihên geştyarî yên li herêmê, her çend e ku wan nekariya ji sedî 100 projeyan cibicî bikin.