Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi bihayê nêzîkî 5 milyon dolar alîkariyan dabeş dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî raporek derbarê alîkariyên xwe yên ji bo cejna Qurbanê li Herêma Kurdistanê, Iraq û Efrînê belav kir. Li gorî raporê, bi buhayê zêdetirî 4,9 milyon dolarî alîkarî dabeş kirine.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî belav kir, wek nerîteke salane, wan di cejna Qurbanê de çendîn projeyên mirovî ji bo alîkarîkirina xelkê (hejar, koçber, penaber û kesên kêmderamt) encam dane.
Li gorî vê raporê, ji bo cejna Qurbanê ya îsal, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya 5 projeyan de, karên xêrxwaziyê cîbicî kirine, ku ji wan:
- Qurbanîkirin
- Alîkariyên diravî
- Hevkariya Azîzên Kurdistan û Îmaratê
- Kirîna cilûbergên cejnê ji bo azîzan
- Belavkirina pakêtên xwarinê
Di wan 5 projeyên xêrxwaziyê yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Heyva Sor a Îmaratî û xêrxwazên Kurdistanê de, 11 hezar û 574 malbat û herwiha 15 hezar û 803 kes sûdmend bûn û bucdeya wê jî 4 milyon û 931 hezar û 10 dolarê Amerîkî bûn.






Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, saziyeke nehikûmî, ne siyasî û neqezenc e ku di sala 2005an de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê hatiye damezrandin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, dezgeheke nehikûmî, nesiyasî û qazancnexwaz e, di sala 2005an hat damezirandin û Mesrûr Barzanî Serokê Borda Dezgehê ye.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di bin gotineke Mistefa Barzanî ku gotibû “Şanazî ye ji mirov re ku xizmetkarê miletê xwe be” dest bi karê xwe kir. Ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ve destûr wergirtiye. Di sala 2016an de jî, moleta kar ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve wergirt.
Herwiha di civîna Encûmena Îdarî û Hevahengiyê ya Netewên Yekgirtî ya eha Nîsana 2016an de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wek endameke Şêwirmend li Encûmena Aborî û Civakî (ECOSOC) hat qebûlkirin.
Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya ligel Navenda Hevbeş a Hevahengiya Kirîzan û Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekgirtî, rêveberiya 30 kampan li Herêma Kurdistanê dike.
Herwiha di 10 beşên cuda de kar ji bo xizmetkirina penaber, koçber, welatiyên navxweyî Herêma Kurdistanê û xelkên welatên din dike.