Encamê piroseya hilbijartina Serokkomarê Îranê hat pejirandin

Mesûd Pizîşkiyan
Mesûd Pizîşkiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Parastina Destûrê Îranê encamê piroseya hilbijartinên pêşwext ên serokkomarê welatê xwe pejirand.

Berdevkê Civata Parastina Destûrê Îranê Tehan Nezîf ragehand ku, encamê piroseya hilbijartinên Serokkomarê Îranê ji aliyê wê civatê ve hat pejirandin û biryar jî ji Wezareta Navxwe ya Îranê re hat şandin.

Li dû destûrê Îranê, piştî pejirandina encamên hilbijartinan, divê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê mersûma rêberîtiyê ji bo destpêkirina karî ya serokkomarê nû derbixe. Piştî derkeftina wê mersûmê jî, serkeftiyê hilbijartinên serokkomariyê bi awayekî fermî tê nasandin û dest bi karê xwe dike.

Gera duyê ya hilbijartinên Serokatiya Komara Îranê pêr (În, 05.07.2024) li navxwe û derve ya Îranê bi rê ve çû. Li dû encamê dawiyê yê gera duyê ya hilbijartinên pêşwext ên Serokatiya Komara Îslamî ya Îranê, Mesûd Pizîşkiyan wekî serokkomarê nehê hat hilbijartin.

Navenda Hilbijartinan a Îranê jî ragehand, “Rêjeya tevlîbûnê di gera duyê ya hilbijartinên pêşwext a serokkomariyê de 49.8% bû, herwesa ji 30 milyon û 530 hezar û 157 dengên sindoqên dengdanê yên derve û navxwe ya Îranê, Mesûd Pizîşkiyan ji bereyê çaksazîxwazan bi 16 milyon û 384 hezar û 403 dengan wekî serokkomarê nehê hat hilbijartin.