Mesrûr Barzanî: Yên li dijî Hejmara Min derdikevin yan nizanin çi ye yan jî ji bo mebestên siyasî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, projeya Hejmara Min, tenê ji bo xizmetkirina welatiyan e û ev proje dê şiyana darayî li welatiyan vegerîne û wan bike biryarderên xwe, ji bilî hebûna çendîn xizmetguzariyên din yên bankî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civîna ligel hejmarek welatiyên parêzgeha Silêmaniyê de got: “Hejmara Min projeyek e ku tenê ji bo xizmetkirina welatiyan hatiye dirustkirin. Yên ku li dijî (Hejmara Min) derdikevin, yan jî têbîniyên wan li ser hene, yan ew wê nas nakin, yan jî ji bo armancên siyasî li dij derdikevin.

Got jî: “Hejmara Min ne projeyek şexsî û ne jî hizbî ye, tenê ew tiştek e ku şiyana darayî li welatiyan vedigerîne. Karmendê ku mûçeya xwe werdigire, ji hikûmetê werdigire ne ji berpirsekî siyasî, yan leşkerî. Divê ew xwe mezintir bibîne û bibe xwedî îradeya xwe û hejmara xwe yê bankê.”

Amaje bi wê kir, “Çendîn xizmetguzarî di projeya Hejmara Min de ji welatiyan re têne pêşkêş kirin. 19 xizmetguzariyên cihêreng hene, yek ji wan wergirtina krediyê ye, welatî dikarin ji bankeyan deyn werbigirin, kar bibînin, dibe ku karibin karsaziyek ku bi demê re pêşve bibin û berfireh bikin bidin destpêkirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Welatî dikarin ji projeya Hejmara Min jî weke hemû welatên pêşkeftî, ji xizmetên bankî sûd werbigirin. Li şûna ku bi pereyan, dikare bi krediyê karûbarên xwe pêk bîne, ne tenê li Kurdistanê, li derve. Yanî projeyek e ku tenê xizmeta welatiyan dike. Nizanim çima li dij derdikevin. Bawer bikin, yên ku li dijî projeya (Hejmara Min) derdikevin û diaxivin, yan nizanin ew çi ye, yan jî naxwazin welatî bibin xwedî biryar û hertim dixwazin welatiyan wek partiyên siyasî bikar bînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Hejmara Min dikare vejandina aborî ya mezin li Herêma Kurdistanê çêbike.”

Li gor amarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 400 hezar karmend di projeya Hejmara Min de hatine tomarkirin û 231 amûrên kişandina pereyan (ATM) li seranserê Herêma Kurdistanê hene û heta dawiya salê hejmara wan ji hezarî nêzîk dibe.

Hejmara bankên ku di projeya Hejmara Min de beşdar bûne heta niha heşt in: RT, Cihan, Bexdad, BBAC (bankeke Libnanî ye), Banka Niştimanî ya Iraqê, Banka Îslamî ya Iraqê, Banka Iraqê ji bo Bazirganiyê (TBI) û Banka Geşepêdana Navdewletî (IDB).