12 Sûriyan li beyabana Cezayîrê ji tîbûnê canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – 12 Sûriyan li beyabana Cezayîrê ji tî û birçîbûnê canê xwe jidest dan, ku li ser rêya koçberiya ber bi Ewropayê ve bûn.

Komeleya Alîkariyê ji bo Lêgerîn û Rizgarkirinê li Cezayîrê ragihand, tîmên wan otomobîlek li devera Hasî Belfbor li biyabana Cezayîrê dîtin ku termên 12 kesan li kêleka wê bûn, ku ji tîbûnê canê xwe jidest dane.

Komeleyê diyar kir, kesên ku ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve hatine dîtin, Sûrî ne û termên wan niha li Nexweşxaneya Birc Omer Idrîs li parêzgeha Illizî ne.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, kesên ku canê xwe jidest dane, xelkê Şam, Heleb, Reqa û Hesekê ne.

Ji aliyê xwe ve, çalakvanên Reqayê belav kirin ku 3 xortên ji devera El-Cerniya ya li rojavayê Reqayê, ji ber tîbûn û birçîna li biyabana Cezayîrê canê xwe jidest dane.

Sûriyên ku dixwazin bigihin Yekîtiya Ewropî û mafê penaberiyê werbigirin, serî li riyên cuda yên qaçaxçî didin, ji wan jî di rêya Cezayîrê re ku di deryayê re hewl didin xwe bigihînin beravên Ewropayê.

Fly Erbil Advertisment