Şêwirmendê Sûdanî: Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê bi hevahengiya ligel hikûmeta federal tên kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê dibêje, operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bi hevahengiya di navbera Bexda û Enqerê de tên kirin.
Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqî, Îbrahîm Sumeydeî di hevpeyvîneke televizyonî li gel kanala “Dicle” a Iraqî de ragihand, derbarê operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de, hevahengî di navbera Bexda û Enqerê de heye.
Li gorî Sumeydeî, “Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyonên tawankarî dike û hikûmeta Iraqê ew wek rêxistineke terorîst ragihandiye.”
Pêştir jî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di hevpeyvîneke televîzyonî de gotibû, “Iraq ji bo wan girîng e û dixwazin ligel Bexdayê şerê PKKê bikin.”
Fîdan herwiha got: “PKKê santîmek jî ji axa Tirkiyeyê kontrol nekiriye, lê çend deverên Iraq û Sûriyeyê xistine bin kontrola xwe.”
Hebûna PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û berdewamiya şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê de, bandoreke xirap li ser jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê kiriye, ku zêdetirî 800 gund û çend deverên geştyarî yên Herêma Kurdistanê wêran û vala bûne û ziyaneke mezin gihîştiye sektora geştyarî û çandiniyê ya Herêma Kurdistanê.
Di çend hefteyên borî de jî artêşa Tirkiyeyê li navçeya Amêdiyê operasyonên xwe yên leşkerî li dijî PKKê zêde kirine û bi dehan donim erd li wê navçeyê şewitîne.