Îsraîlê êrîşî xalekê li derdora bendera Banyasê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê xaleke li derdora bajarê Banyasê kir û li gorî medyaya Sûriyeyê jî, di encama êrîşê de tenê ziyanên madî derketine.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, artêşa Îsraîlê piştî nîvê şevê demjimêr 00:20, ji aliyê Deryaya Naverast ve bi mûşekan êrîşî xalekê li derdora Banyasê kir.
Li gorî wî jêderî, di encama êrîşê de tenê hin ziyanên madî derketine.
Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê du mûşekan du avahiyên Ketîbeya Berevaniya Asmanî li derdora Banyasê kirin armanc, di encamê de agirekî mezin bi avahiyekê ket, bêyî ku sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyeyê rûbirûyî wê vê êrîşê bibe.
Ji destpêka îsal ve ev sêyemîn car e ku Îsraîl bendera Banyasê û derdora wê dike armanc.