Li Efrînê 3 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 welatiyên Kurd revandin.

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan belav kir, grûpa çekdar a bi navê “Ehrar El-Şamê” roja 8ê Tîrmehê 3 welatî ji gund û navçeyên Efrînê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Heman jêderê navenê kesên revandî aşkere kirin: Rêzan Mihemed ji Cindirêsê, Ehmed Mihemed ji gundê Hesendêra û Mihemed Bekir ji gundê Yalanqozê ne.

Zêdetir ji şeş salan re ye herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve dagirîkirî ye û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin û pere, fidye û bacan ji wan distînin.