Serokê Jûra Bazirganiya Geverê rastî êrîşeke çekdar hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Jûra Bazirganiya Geverê li pêş mala xwe hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bû.
Serokê Encûmena Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Geverê ya Colemêrgê Tîmûr Sevî, şeva borî li pêş mala xwe rastî êrîşek teqekirinê hat.
Li gor zanyariyan, Sevî di êrişê de bi giranî birîndar bû û bi ambûlansê bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin. Metirsî li ser jiyana wî berdewam e.
Derbarî êrişê de lêpirsîn hate kirin û kesek hat binçavkirin.