Li navçeyeke Mêrdînê qedexe hate ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Mêrdînê, gundewarê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê wek Herêma Ewlekariya Taybet ragihand.
Parêzgariyê da zanîn, gundên Deywan û Xirbê Kiryan û deverên girêdayî van gundan, ji 12’ê Tîrmehê heta 26’ê Tîrmehê wek herêmên ewlekariya taybet hatine ragihandin û ji welatiyan hate xwestin pabendî biryarê bin.
Li gor zanyariyên dawî, li gundê Deywanê heta niha çar kes hatine binçavkirin û ketin û derketina gund hatiye qedexekirin.