Wezîrê Navxwe ji Ciwanan re: Pêwîst e hûn bibin dînamoya pêşketina Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê dibêje, divê ciwan bibin dînamoya pêşketina Herêma Kurdistanê. Herwiha tekez kir, Kabîneya Nehan ji destpêka destbikarbûna xwe ve ti carî dudil nebûye ji bo piştgirîkirina ciwanan û projeyên wan.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 13ê Tîrmehê di merasima derçûna xula yekem a rahênana ciwanan li Herêma Kurdistanê û diasporayê, di gotarek de behsa plana hikûmetê ya ji bo piştgirîkirina ciwanan, peydakirina kar û mijarên din kir.
Piştgiriya Kabîneya Nehem ji ciwanan re
Wezîrê Navxwe got: “Ji destpêka Kabîneya Nehan ve mijara piştgirîkirina ciwanan û pêşxistina şiyanên wan, yek ji karên pêşîn ên hikûmetê bû û me ev yek di pratîkê de jî îsbat kir.”
Herwiha got: “Tevî hemû qeyranên ku rûbirûyê me bûne, em ti carî dudil nebûye ji bo piştgirîkirina her projeyekê, bi projeyên darayî jî, ji bo piştevaniya ciwanên Herêma Kurdistanê û geşepêdana wan.”
Rêber Ehmed ji ciwanan re got: “Baweriya me ya temam heye ku paşeroja vî welatî di destê we de ye. Divê hûn beşdariyeke rasteqîn di avakirina binesaziyeke aborî û siyasî ya Kurdistaneke bihêztir de bikin.”
Hewl didin ciwanan bêhêvî nekin
Rêber Ehmed di wê baweriyê de ye ku divê ciwanên Herêma Kurdistanê bibin beşek ji dînamoya serkeftinên Herêma Kurdistanê û ti carî rê nedin ku ew bêhêvî bibin û destkeftiyên wan paşguh nekin. Herwiha ji ciwanan re got: “Divê hûn zîrektir û bi hişyartir rûbirû van hewldanan bibin.”
Wezîrê Navxwe got jî: “Rast e kêmasî li Herêma Kurdistanê hene, lê ev nayê wê wateyê ku hûn xwe radestî wan pêlên ku dixwazin Kurdistanê rûreş bikin, bikin.”
Derfetên kar li Herêma Kurdistanê
Rêber Ehmed diyar kir: “Li bajarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê aramî, derfetên kar û pêşketinê ji gelek bajarên welatên cîran baştir e.” Ji ciwanan re jî got: “Ti carî pêşkeftina xwe kêm nebînin û rastiyan wekî hene bibînin.”
Tekez kir jî: “Em di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de salane nêzîkî 100 hezar vîzeyê didin karkerên biyanî, ji ber wê jî ti behane nîne ku em bibêjin li Herêma Kurdistanê derfetên kar nînin. Li Herêma Kurdistanê gelek derfetên kar hene. Tenê dimîne ku hûn çawa wan peyda bikin û xwe îspat bikin û paşerojeke geştir ji xwe re peyda bikin.”
Rêveberiya çavkaniyên sirûştî
Wezîrê Navxwe got: “Iraq welatekî dewlemend e ji aliyê samanên sirûştî ve, lê ev samanên sirûştî ti carî rê nadin pêşketinên rasteqîne, eger bi rêvebiriyeke baş neyê birêvebirin.”
Tekez kir jî: “Krîzan em piştgiriya sektora taybet û karsaziyên biçûk nedan alî, da ku ciwanên me yên jêhatî bibin xwedî derfetên kar, dahatên baştir bidest bixin û li benda karkirina hikûmetê nebin.”