Konsulê Qeterê: Pêwendiyeke stratejîk di navbera Qeter û Herêma Kurdistanê de heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê ragihand, Herêma Kurdistanê hevpareke girîng a Qeterê ye û ew hewl didin keşeke guncayî ji bo ciwanan dabîn bikin.
Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê Husên Bin Elî di gotarekê de li merasima derçûna 4200 ciwanan ji xula yekem a rahênankirina ciwanan li Herêma Kurdistanê û derveyî welat de ragihand: “Herêma Kurdistanê û Qeterê ji bo pêşxistina ciwanan xwedî projeyên stratejîk in.”
Husên Bin Elî tekez kir jî, Herêma Kurdistanê hevpareke girîng a Qeterê ye û ew hewl didin keşeke guncayî ji bo ciwanan dabîn bikin. Herwiha peywendiyeke stratejîk di navbera Qeter û Herêma Kurdistanê de heye.
Bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi amadebûna konsul û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Qeterê û bi sponseriya medyayî ya K24ê, duhî merasîma derçûna 4200 ciwanan ji xuleya yekemîn a perwerdeya ciwanan hate lidarxistin.
Xule ji aliyê Ofîsa Destpêşxerî û Ragihandinê ya li Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat organîzekirin. Armanca xulê perwerdekirina ciwanan û xurtkirina hesta wan a neteweyî ye.