Asayişa Dêrazorê serçeteyekî DAIŞê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî, berpirsekî mezin ê DAIŞê li Dêrazorê girt.

Navenda Ragihaninê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên asayişê bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî duhî 13’ê Tîrmehê bi operasyonekê, serkirdeyê DAIŞ’ê yê bi navê Xalid Hesen Selûm ku bi navê Ebû Fatima El Şiêtî tê naskirin, li bajarokê Xeranîc ê Dêrazorê girt.

Diyar kir,  Ebû Fatima El Şiêtî wekî mîrê xizmetên diravî li Dêrazorê kar dikir û alîkarê terorîst Ebû Suheyb El-Iraqî bû.

Amaje bi wê jî da, beriya rizgarkirina Dêrazorê ji destê DAIŞ’ê, terorîst Ebû Fatima El Şiêtî di dîmenekê de ku DAIŞ’ê weşandibû, banga şer li çekdarên DAIŞ’ê dikir.

Diyar kir jî, Piştî têkbirina DAIŞ û rizgarkirina herêmê ji aliyê HSDê ve, Ebû Fatima El Şiêtî şaneyeke terorîst a xeternak ji bo pêkanîna kuştinan ava kiribû.