Mesrûr Barzanî: Rêkxistina teroristî ya DAIŞê hêşta sedema gef û metirsiyan e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serexweşiyê li malbata wî karmendê Asayîşê dike yê ku di şerê dijî DAIŞê de li Qerehencîrê şehîd bû û dibêje, “Rêkxistina teroristî ya DAIŞê hêşta sedema gef û metirsiyan e.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 14.07.2024) di peyamekê de serexweşî û hevxemiya xwe arasteyî kesûkarên şehîd Cwamêr Ezîz Reşîd kir ku îro ji ber êrîşa teroristên DAIŞê li Qerehencîrê şehîd bû.
Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye, “Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide binemala wan. Herwesa ez daxwaza çareserbûneke bi lez ji bo karmendê birîndar dixwazim.”
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Ev êrîşa çekdarên DAIŞê tekez dike ku ev rêkxistina teroristî hêşta sedema gef û metirsiyan e, û pêdivî ye civaka navdewletî li ser alîkarîkirina Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna teroristan berdewam be.”
Li ser vê êrîşê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, îro seet 08.00 ê serê sibehê hêzên Asayîşa Kerkûkê bo girtina 2 çekdarên DAIŞê çûn bajarokê Qerehancîrê û di encama rûbirûbûna wan de, yek ji wan terorîstan hat kuştin û yek jî bi birîndarî hat girtin.
Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê diyar kir jî, di şer û pevçûnan de karmendekî asayîşê yê bi navê Cewamêr Ezîz Reşîd şehîd bû û karmendekî din jî birîndar bû.
Her di vê daxuyaniyê de hat gotin, ew her du çekdarên DAIŞê bi mebesta pêkanîna kiryarên terorîstî hatine herêmê.
Diyar kir jî, pêştir jî wan her du çekdaran li taxa Şorawê ya Kerkûkê di encama êrîşeke terorîstî de efserekî polîsan şehîd kir. Di bûyereke din de li Taxa Penca Elî polîsek şehîd kir.
Di êrîşa sêyê de, wan çekdaran du polîsên din li sûka bajêr şehîd kirin. Di kiryara çarê de, wan efserekî polîsan li ber nexweşxaneya Komarê şehîd kirin û destê wan di çend kiryarên din ên terorîstî de jî hebû.