Nêçîrvan Barzanî serexweşiyê li malbata karmendê şehîdkirî yê Asayîşa Qerehencîrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi germî serexweşiyê li malbata wî karmendê Asayîşê dike yê ku di şerê li dijî DAIŞê de li Qerehencîrê hat şehîdkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi germî serexweşî li malbata karmendê Asayîşê Xudêjêrazî Cwamêr Ezîz Reşîd kir, ku “bi mixabinî ve îro (Yekşem, 14.07.2024) ji encamê rûbirûbûna teroristên DAIŞê li Qerehencîrê şehîd bû.”
Nêçîrvan Barzanî got, “Ez ji dil dilsoz û hevxemê malbat û kesûkarên wî me, ji Xudayê mezin dixwazim ku canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bide hemiyan, û herwesa daxwaza silemtî û zûçarebûnê ji bo hevkarên wî yên birîndar dixwazim.”
Li ser vê êrîşê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, îro seet 08.00 ê serê sibehê hêzên Asayîşa Kerkûkê bo girtina 2 çekdarên DAIŞê çûn bajarokê Qerehancîrê û di encama rûbirûbûna wan de, yek ji wan terorîstan hat kuştin û yek jî bi birîndarî hat girtin.
Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê diyar kir jî, di şer û pevçûnan de karmendekî asayîşê yê bi navê Cewamêr Ezîz Reşîd şehîd bû û karmendekî din jî birîndar bû.
Her di vê daxuyaniyê de hat gotin, ew her du çekdarên DAIŞê bi mebesta pêkanîna kiryarên terorîstî hatine herêmê.
Diyar kir jî, pêştir jî wan her du çekdaran li taxa Şorawê ya Kerkûkê di encama êrîşeke terorîstî de efserekî polîsan şehîd kir. Di bûyereke din de li Taxa Penca Elî polîsek şehîd kir.
Di êrîşa sêyê de, wan çekdaran du polîsên din li sûka bajêr şehîd kirin. Di kiryara çarê de, wan efserekî polîsan li ber nexweşxaneya Komarê şehîd kirin û destê wan di çend kiryarên din ên terorîstî de jî hebû.