Partiya Îslamî ya Îraqî: Çalakiyên PKKê li Îraqê pêdivîtî bi çareyeke bi lez û helwesteke yekalîker heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Îslamî ya Îraqî amajeyê dide, “Çalakiyên PKKê li Îraqê metirsiyeke mezin a ewlehî û siyasî çê kiriye û pêdivîtî bi çareyeke bi lez heye.”
Partiya Îslamî ya Îraqî duhî (Sêşem, 16.07.2024) di ragehandinekê de amaje da, “Çalakiyên teroristî yên PKKê li Îraqê metirsiyeke mezin a ewlehî û siyasî çê kiriye û pêdivîtî bi çareyeke bi lez heye.”
Partiya Îslamî ya Îraqî eşkere jî kir, “Operasyonên serbazî li Îraqê valahiyeke metirsîdar di berfirehbûna wan operasyonan de çê kiriye, rewşa hevrikiyê ya herêmî û nebûna seqamgiriyê barê Îraqiyan girantir kiriye û ew nikarin zêdetir xwe li ber bigirin.”
Di pareke wê ragehandinê de hatiye, “Mana pirsa operasyonan li nav axa Îraqê û hebûna PKKê li ser axa Îraqê û livîn û çalakiyên wê yên teroristî berovajî serweriya Îraqê ne.”
Partiya Îslamî ya Îraqî di wê ragehandinê de tekez jî kir ku, kiryar û çalakiyên teroristî yên PKKê şermezar dike û pêdivî jî dibîne ku helwesteke yekalîker ji bo çarekirina wê pirsê bê wergirtin.
