PDK îro lîsteya namzedên xwe bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro lîsteya namzedên xwe yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dike.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê dema pêşkêşkirina lîsteyên partî, hevpeymanî û namzedên serbixwe yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê heta îro 18-07-2024an dirêj kiribû.

Serokê Şaxê Dihokê yê Komîsyonê Xalid Abbas ji K24ê re ragihand, PDKê ji wan re gotiye ku dê îro lîsteya namzedên xwe yên ji bo gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê radestî wan bike.

Ji aliyekî din ve, Serokê Şaxa Hewlêrê ya Komîsyonê Merwan Mihemed ji K24ê re ragihand, heta îro, 2 hevpeymanan, 11 partiyên siyasî û 28 berbijêrên serbixwe navên xwe pêşkêş kirine.

Merwan Mihemed diyar kir jî: “Heta niha tenê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Îslamî li Kurdistanê lîsteyên namzetên xwe pêşkêş nekirine.”

Hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê dê 20-10-2024’an bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê were lidarxistin.

 

Fly Erbil Advertisment