Serokwezîrê Libnanê serdana Îraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e Serokwezîrê Karbirêker ê Libnanê serdana Îraqê bike û bi Serokwezîrê Îraqê re danûstandinan li ser çend pirsên peywendîdar ên navbera her du welatan di warên cuda cuda de û xasma di warê enerjiyê de bike.
Medyayan parve kiriye, biryar e Serokwezîrê Karbirêker ê Libnanê Necîb Mîqatî îro (În, 19.07.2024) li ser vexwandina Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Bexdayê bike.
Medya amajeyê didin ku, şanda Libnanî ji Serokwezîrê Karbirêker ê Libnanê Necîb Mîqatî, Wezîrê Enerjiyê Welîd Feyaz, Wezîrê Aborî Emîn Selam, Wezîrê Çandinê Ebas Hac Hesen, Wezîrê Pîşesaziyê Corc Boşkiyan û hejmareke şêwirmendan pêk tê.
Biryar e her du alî di civînên navbera xwe de danûstandinan li ser pirsên hevpar ên navbera xwe bikin, wekî dabînkirina sotemeniya pêdivî ji bo Libnanê bi merema berhemanîna karebê, yekalîkirina duberekiyên navbera wan li ser vemana peredarkirin û dana mafên Îraqê li beranberî dabînkirina sotemeniyê ji bo Libnanê.