Bingeheke DAIŞê li çiyayê Hemrînî hat armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Operasyonên Hevpar a Îraqê radigehîne, “Balafirên me bingeheke terorsitên DAIŞê li çiyayê Hemrînî kir armanc.”
Îro (În, 19.07.2024) di operasyoneke asmanî de, bingeheke terorsitên DAIŞê li çiyayê Hemrînî li ser sinorê cudakirina Fermandeya Operasyonên Kerkûk û Selahedînê hat armanckirin.
Fermandeya Operasyonên Hevpar a Îraqê di ragehandinekê de amaje da, “Bi hevahengiya Dezgeha Berhingarbûna Terorê û Şaneya Armancdarkirina Fermandeya Operasyonên Hevpar, ew êrîş hat kirin.”
Ev jî di demekê de ye ku Fermandeya Operasyonên Hevpar a Îraqê li roja 23.06.2024ê ragehand, “Piştî çavdêriyeke hûr ji aliyê şaneya armanckirina girêdayî fermandeyan, îro di operasyoneke asmanî de bi balafira F-16 heşargeheke DAIŞê li bilindahiyên Hemrînî li sinorê parêzgeha Diyalayê hat wêrankirin.”
Fermandeya Operasyonên Hevpar a Îraqê amaje da, di encama wê êrîşê de sê çekdarên DAIŞê li nav wê heşargehê hatin kuştin. Her di wê operasyonê de hejmareke şkeft, embar û heşargehên din ên DAIŞê li wî sinorî hat pûçkirin.”