Asayişê 2 teroristên DAIŞê li Dêrazorê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîneyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, 2 endamên DAIŞê li Dêrezorê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de belav kir, “Hêzên Ewlekariya Giştî bi hevahengiya hêzên taybet (H.A.T.) û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî roja 19ê Tîrmehê karîn du endamên şanên terorîstên DAIŞê li bakurê Dêrezorê bigirin.”

Diyar kir jî, operasyon piştî şopandina tevgera şaneyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên Dezgeha Ewlehiya Giştî ve dest pê kir ku cihê ku her du çeteyan xwe lê vedişart hat diyarkirin.

Asayişê diyar kir jî, “Destê her du terorîstan di çalakiyên kuştin û hedefkirina hêzên ewlehî û leşkerî û tirsandina welatiyan de heye.”

Herwiha di daxuyanê de amaje bi wê hate kirin, bi her teroristan birek ji çek û teqemeniyan jî hatin desteserkirin.”

Roja 18ê Tîrmehê jî, teroristekî DAIŞê yê bi navê “Fayîz Ebd El-Mihemed” li nahiya Keramê ya ser bi Reqeyê ve ji aliyên tîmên (TOL) yên HSDê ve hatibû girtin.

Şaneyên DAIŞê li deverên cuda yên di bin kontrola HSD û Rêveberiya Xweser de bi dizî kar dikin û êrîşan li dijî welatî û hêzên çekdar ve pêk tînin.