Konsulê Fransayê: Em dixwazin asta veberhênanê li Herêma Kurdistanê zêde bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê dibêje, li ber ronahiya peywendiyên bihêz ên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de, em li bendê ne ku asta veberhênan li Herêma Kurdistanê zêde bibe.
Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem ji K24ê re ragihand, peywendiyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de gelek bihêz in û em di wê baweriyê de ne ku jîngeheke aborî ya gelek guncayî Herêma Kurdistanê di hemû beşên cuda de heye, di nav wan de jî sektora çandinî û sektorên din.
Braem got, çend kompanî û kargehên Fransî li Herêma Kurdistanê kar dikin. Bi berçavgirtina peywendiyên bihêz ên ku hene, em bi hêvî ne ku asta veberhênanê zêdetir bibe.
Herwiha got: “Ji bo vê yekê jî aliyên peywendîdar ên Fransa û Herêma Kurdistanê li ser lidarxistina konferanseke hevbeş li hev kirine. Ev jî dibe sedem ku Fransa bi şiyanên xwe yên cuda, zêdetir piştgiriya Herêma Kurdistanê bike.”