Li Hewlêrê pêşangeheke fotograferî ji bo hunermend û helbestvanên Tirkmen hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Pêşangeheke fotograferî li jêr navê Hewlêra Pêkvejiyanê ji bo hunermend û helbestvanên Tirkmen li hola rewşenbîrî û hunerî ya Tirkmenan li Hewlêrê hat vekirin.

Piştî vekirina bi dehan pêşangehên hunerê fotograferiyê li bajarên Kurdistanê û derveyê welatî, hunermendê fotografer Dilawer Bazirgan pêşangeheke girêdayî hunermend û helbestvan û edîbên Tirkmen li jêr navê Hewlêra Pêkvejiyanê li hola rewşenbîrî û hunerî ya Tirkmenan li Hewlêrê vekir.

Di wê pêşangehê de 320 wêneyên kêmpeyda yên hunermend û helbestvanan ji sedsala borî heta îro tên dîtin, ku jiyê xwe bi xizmeta huner û bizava rewşenbîrî ya Kurdistanê û neteweya xwe derbaz kiriye.

Birêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî yê Tirkmen Mihemed Dilşad ji K24ê re ragehand, “Vekirina vê pêşangeha fotograferî di çarçoveya rêzeke çalakiyên werzê Havînê nyê birêveberiya me de ye, ku ev hunermend kariye bi rêya wêneyên xwe yên kêmpeyda erşîfekî wêneyî yê wan kesan kom bike, yên ku hemî jiyê xwe ji bo huner û helbest û edebê terxan kiriye.”

Mihemed Dilşad eşkere jî kir, “Herwesa çalakiyeke din a muzîk û stiranan li vê êvarê tê pêşkêşkirin û paşî bi rêzgirtina li helbestvan û edîban çalakiya me ya hunerî bidawî tê.”

.
.

 

.
.
.
...

 

Fly Erbil Advertisment