Îtalya wek yekem welatê G-7 balyozê xwe li Sûriyeyê destnîşan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 13 salan ji birîna pêwendiyan, Italiyayê balyozê xwe li Şamê destnîşan kir.
Ajansa “Reuters” li ser zimanê Wezîrê Derve yê Italiyayê belav kir, Romayê duhî înê Stefano Ravagnan wek Balyozê Italiyayê li Sûriyê destnîşan kir û di demeke nêzîk de ew ê dest bi kar bike.
Li gorî hatiye belav kirin, armanca Italiyayê ji danîna balyozê nû li Şamê, çavdêriya rewşa Sûriyeyê ye.
Îtalya bi vê yekê, dibe welatê yekem ji koma welatên pîşesazî yên mezin (G-7) ku ji sala 2011an ve, karê xwe ya dîplomatîk bi Şamê re dest pê dike.
Ev yek piştî wê yekê tê ku Îtalya û 7 welatên din ên Yekîtiya Ewropayê hefteya borî nameyek ji Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re şandibûn û tê de daxwaz kiribûn ku Yekîtiya Ewropayê roleke bi bandortir li Sûriyeyê bilîze.
Di nameyê de hat gotin, “Sûrî hîn bi hejmarên mezin ji welatê xwe derdikevin û ev yek zextê li ser welatên cîran zêde dike, di demekê de ku alozî li herêmê zêde dibin, ku ev metirî ji hatina pêlên nû yên penaberan heye.”
Ji sala 2012an ve û ji ber tundûya hêzên rêjîma Sûriyeyê li hember xwepêşanderan, Italiyayê balyozxaneya xwe li Sûriyeyê girt û pêwendiyên diplomasî bi Şamê re birîn.