Wezîra Kar û Karûbarên Civakî rexneyê li dezgehên ewlehiyê yên Silêmaniyê digire

Kwêstan Mihemed
Kwêstan Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Kar û Karûbarên Civakî rexneyê li dezgehên ewlehiyê yên Silêmaniyê digire, li ser wê yekê ku heta niha çar caran Wezîrê Navxwe nivîsar arasteyî wan kirine ku zêrevan û çavdêran ji bo çaksaziyan dabîn bikin, lê fermana wan bi cih neaniye, heta ku keçikekê li çaksaziya jinan derfet peyda kir û revî.

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kwêstan Mihemed di konferanseke rojnamevanî de got, “Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çar caran li ser daxwaziya me nivîsar arasteyî fermangeh û dezgehên fermî yên yên girêdayî Wezareta Navxwe li Silêmaniyê kirine, ji bo ku zêrevan û çavdêriyan ji bo çaksaziyan dabîn bikin, lê ji bilî çaksaziya mezinan çi hêzên çavdêriyê ji bo çaksaziya jin û zarokan û zarokên siyasî nehatine dabînkirin.”

Kwêstan Mihemed herwesa got, “Mixabin li Silêmaniyê pabendî ferman û biryarên Wezareta Navxwe nebûn û bi cih neanîn. Ev di demekê de ye ku tenê li çaksaziya jinan me 61 sizadayî û çar girtî hene, lê me 17 hêzên bicihîner hene, vê yekê jî wesa kiriye ku li derveyê wê çaksaziyê çi zêrevan û hêzên ewlehiyê nebin.”

Wezîra navbirî amaje jî da, “Me lijneya vekolînê ji bo lêpirsîna li ser xemsariya çavdêran pêk aniye, ji ber ku nedibû erkên xwe piştguh bixin. Her kesekî xemsar bûbe, bi piştrastî ve dê bi tundî bê sizadan.”

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî careke din daxwaz ji dezgehên fermî yên Silêmaniyê yên girêdayî Wezareta Navxwe kir, ku kêmiya hejmara çavdêriyên çaksaziyê zêde bikin, ji ber ku eger neyên çarekirin, bi piştrastî ve dozên revînê dê zêdetir biqewimin.”

Fly Erbil Advertisment