Serokê Herêma Kurdistanê gehişt Tehranê

Nêçîrvan Barzanî gehişt Tehranê / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî gehişt Tehranê / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê gehişt Tehranê û tevlî merasîmên destpêkirina karî ya Serokkomarê Îranê yê nû dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 30.07.2024) bi serokatiya şandeke bilind a Herêma Kurdistanê ji bo tevlîbûna di merasîmên destpêkirina karî ya Serokkomarê Îranê yê nû gehişt Tehranê.

Ajansa IRNAyê parve kiriye ku îro (Sêşem, 30.07.2024) seet şeşê êvarê, merasîmên destpêkirina karî ji bo Serokkomarê Îranê yê nehê Mesûd Pizîşkiyan li perlemanê bi tevlîbûna zêdetirî 70 şandên biyanî û 600 medyakarên navxwe û derveyê Îranê bi rê ve diçin.

Li dû madeya 121ê ya destûrê Îranê, merasîmên destpêkirina karî yên serokkomarê wî welatî divê di rûniştineke vekirî ya perlemanê de bi amadebûna Serokê Desthilata Dadweriyê û endamên Civata Çavdêriyê bin.

Her li dû destûrê Îranê, du heftiyan piştî destpêkirina karî ya serokkomarê nû, divê wezîrên kabîneya xwe ji bo wergirtina baweriyê bi perlemanê bide nasandin.

Piştî derbazbûna du gerên hilbijartinên pêşwext ên Serokatiya Komara Îranê, li roja Înê, 05.07.2024, Mesûd Pizîşkiyan ê yekane kandîdê reformxwazan bi dengên piraniyê karî li beranberî kandîdê nerîtxwazan, Seîd Celîlî, di gera 14ê ya Serokatiya Komara Îranê de bi ser bikeve û bibe serokê nehê yê Komara Îslamî ya Îranê.”