PWK û PSKê şehîdên Enfala Barzanîyan bibîr anîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partîya Sosyalista Kurdistanê (PSK)ê 41 emîn salvegera Enfala Barzanîyan de şehîdên enfalê bibîranîn. Di daxuyanîyan de hate gotin ku Şehîdên Enfalê nayên ji bir kirin.
Ragihandinên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partîya Sosyalista Kurdistanê (PSK)ê ji bo biranîna Enfala Barzanîyan peyam parvekirin.
Peyama PSKê:
Di 31ê Tîrmeha sala 1983an da, rejima kurdkuj û Enfalan BAAS, 8 hezar mêrên Barzanî yên ku temenê wan ji 7 heta 85ê salî bûn, bi zorê şande Başurê Iraqê û li vir bi komel kuşt û binax kir. Buyerê hanê di diroka Kurdistanê da wekî Enfala Barzaniyan tê pênase kirinê.
Enfal, ku her usa jenosid bi xwe ye, bingeha siyaseta rejima BAAS bû, ku bi salan ji bona ji holê rakirina Kurd dimeşand.
Enfala Barzaniyan tawana yêkan a rejima BASS nine, berdewamiya Enfala Kurdên Feylî ye.
Taybetmendiyeka Enfala Barzaniyan heye. Enfala Barzaniyan zayendxwaz e. Ango di Enfalên dinê da, jin û mêr, kal û pir û zarok bi hevra hatine Enfal kirinê. Lê belê Enfala Barzaniyan da tenê mêr bûne qurbanê Enfalê.
Divê ji bîra me neçe, ku rejima BAAS ne tenê Enfalê barzaniyan, Enfelen dinê jî li ber çavê birûrayê giştî da encam dan. Bê dengî û alikariyên welatên berjewendiperestên Rojava û Yekitiya Sovyet bûne alikarê rejima BAASê.
Em di salvegera çilûyekan a Enfala Barzaniyan da, li ber hizura şehidên Enfalan qirnoş dibin.
Bi vê boneyê ve carekî dinê bang li hikumeta Herêma Kurdistanê dikin, ku bi alikariya hêzên siyasi û komelên demokratên Kurdistanî hewl bide, daku Koma Milletan 14ê Nisanê, ku ji aliyê Parlamentoyê Kurdistanê ve wekî Roja Enfal hatiye ilan kirinê, weki roja Jenosida Kurdan bipejirine.
Peyama PWKê:
Di roja 31ê tîrmeha 1983yan de li dijî Barzanîyan Enfal hate li dar xistin.
8 Hezar mêrên Barzanîyan ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn, ji alîyê rejîma Seddam, ji herêma Barzanê hatin derxistin û anîn herêma Qûştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye û li kampên Qûdus û Qadisîyê heps kirin. Mêrên Barzanîyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawîya ezîyeteka mezin de hatin wendakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê de 41 sal derbas bû ye, lê hîn jî tu xeber ji piranîya van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin. Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawîyê hatine dîtin.
Em di 41emîn salvegera Enfala 8000 Barzanîyan de, şehîdên Enfala Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.Hemû qesasên Enfala Barzanîyan careke din rûreş dikin.
Em dibêjin, bersîva herî mezin û bibandor a li dijî Enfala Barzanîyan ewe ku, hemû alîyên Başûrê Kurdistanê tifaqa xwe ya neteweyî, niştimanî pêk bînin û hemû kurdên cîhanê li destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin, biparêzin, pêşde bivin.