Teqînek li Bexdayê çê bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Berî demeke kêm teqînek li taxa Sebe Qusûrê ya Bexdayê çê bû û heta niha zirarên wê nehatine zanîn.
Li dû medyaya Îraqî, teqîna Bexdayê ya ku li taxa Sebe Qusûrê çê bû teqîna çend botlên xazê bû li malekê.
Hat zanîn ku tîmên Bergiriya Şaristanî û hêzên ewlehiyê gehiştine cihê wê rûdanê û dest bi vekolînan hatiye kirin.