Mesrûr Barzanî kuştina Îsmaîl Heniye şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de ragihand, ew her hewleke provokatîf a têkbirina aramiya herêmê şermezar dikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li tora civakî “X” belav kir û tê de ragihand, “Kuştina Îsmaîl Heniye û her hewleke provokatîf a ji bo têkdana aramiya herêmê şermezar dikim.”
Herwiha got: “Ez bang li hemû aliyan dikim ku aloziyên vê dawiyê sivik bikin û gotûbêjên cidî ji bo vegerandina aramiyê li herêmê bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, “Herêm nikare zêdetir bêîstiqrariyê tehemul bike.”