Almanya: Rewşa Rojhilata Navîn metirsîdar û aloz e

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Berdevkê Hikûmeta Almanyayê got, Rojhilata Navîn di rewşeke metirsîdar de ye û ne di berjewendiya ti kesî de ye ku agir pêkeve.

Piştî kuştina Îsmaîl Heniye, Cîgirê Berdevkê Hikûmeta Almanyayê David Bushner ragihand, hikûmeta Almanyayê dê hemû rêyên dîplomatîk bikar bînin, da ku rê li ber zêdebûna aloziyan bigirin.

Bushner got: “Haya min jê heye ku Serokê Polîtburoya Hemasê li Îranê hatiye kuştin, lê ti zanyarî li ber destê hikûmeta Almanyayê nîne, lewra ew nikare bi hûrgilî şîrove bike.”

Got jî: “Hemû herêm di rewşeke metirsîdar de ye û pêxistina agir ne di berjewendiya ti kesî de ye. Almanya bi hevkarên xwe re hemû rêyên dîplomatîk bikar tîne, da ku rê li ber aloziyên zêdetir bigire.”

Tevgera Hemasê duhî 31ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye û pasevanekî wî di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de li Tehranê hatin kuştin.

Hemasê amaje bi wê jî kir, Haniye piştî ku beşdarî merasima sûndxwarinê ya serokomarê nû yê Îranê bû, li Tehranê hat kuştin.

Pasdarên Îranê jî ragihand, ew lêkolînê derbarê çawaniyê êrîşê de dikin û ewê di pişt re ji raya giştî re aşkere bikin. Herwiha li Îranê sê wek şîna giştî hat ragihandin.

Medya Îsraîlî ragihand, bi biryara Serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu jî, dana daxuyaniyan li ser vê bûyerê, li hemû rayedarên hikûmet û leşkerî qedexe kiriye.

Fly Erbil Advertisment