7 çete li kampa Holê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di operasyonên ewlehiyê yên hêzên asayîşê de, 7 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) di daxuyaniyekê de ragihand, di encama operasyonên li kampa Holê de, 7 çete hatin girtin.

Di dauxuyaniyê de hate diyarkirin, operasyon roja  31’ê Tîrmehê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî û Hêzên Taybet (HAT) ve hatiye kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin, endamên HAT’ê bi ser 7 cihên cihên ku çeteyan xwe lê vedişartin girtin û 7 çete girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di lêpirsînên destpêkê de çeteyên şaneyê li xwe mikur hatine ku plan dikirin di nava kampê de kiryarên terorî pêk bînin.