Li Bokemalê 5 milîsên ser bi Îranê ve di êrîşa dronekê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – 5 endamên milîsên ser bi Îranê ve li nêzîkî bajarê Bolkemalê, di êrîşa dronekê li ser otomobîla wan de hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, dronekê otomobîlek di navbera gundên El-Keşma û El-Duweyrê yên li nêzîkê Bokemalê bombebaran kir û di encamê de 5 endamên milîsên ser bi Îranê ve hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Ev êrîş piştî wê tê, duhî baregeha leşkerî ya Amerîkî Xerab El-Cîr a li gundewarê Hesekê ji aliyê dronekê ve hat armanckirin ku rasterast lê ketibû.

Herwiha ji heyama 4 rojan ve ye,  şer û pevçûn di navbera hêzên ser bi rêjîma Sûriyeyê ve û HSDê de li gundewarê Dêrazorê berdewam dike.

Li gorî amaran jî, di encama şer û pevçûnan de, 16 sivîl hatin kuştin ku 7 ji wan zarok bûn, ji bilî kuştina 2 şervanên HSDê û 8 endamên komên xwecihî yên ser bi rêjîma Sûriyeyê û Îranê ve. Herwiha 35 sivîl û 7 çekdar birîndar bûne.

Fly Erbil Advertisment