Berê binyatî ji bo çend pirojeyan li Şêxanê hat danan

Navenda Nûçeyan (K24) - Heşt milyar dînar ji bo bicihanîna çend pirojeyan li qezaya Şêxanê ya parêzgeha Dihokê hatin terxankirin.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter di gotarekê de ragehand, “Me berê binyatî ji bo çend pirojeyên giring li devera Şêxanê dana, k uku gojimê zêdetirî heşt milyar dînaran jê re hatiye terxankirin û me çend piroje jî bi cih anîne.”

Elî Teter herwesa got, “Em mizgîniyê bi temambûna çend pirojeyên xizmetkariyan ên giring di dema çend heftiyekên kêm de didin welatiyên devera Şêxanê.”

Bi wergirtina razemendiyê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve, li paşerojê çend pirojeyên cuda cuda û mezin û giring li devera Şêxanê ji bo xizmetkirina welatiyan tên bicihanîn.