Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşiyê li kesûkarên Mamosta Ekîncî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşiyê li siyasetvanê navdar û kesatiyê niştîmanperwer ê Kurd û endamê berê yê Perlemana Tirkiyeyê dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 16.08.2024) ragehand, “Bi mixabinî ve min nûçeya koça dawiyê ya nivîser û siyasetvanê navdar û kesatiyê niştîmanperwer ê Kurd û endamê berê yê Perlemana Tirkiyeyê Dr. Tarik Zîya Ekîncî bihîst.”
Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, “Ez ji dil serexweşiyê li binemal û kesûkarên Mamosta Ekîncî dikim û ez hevxemê wan im.”
Tekista behînameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Bi mixabinî ve min nûçeya koça dawiyê ya nivîser û siyasetvanê navdar û kesatiyê niştîmanperwer ê Kurd û endamê berê yê Perlemana Tirkiyeyê Dr. Tarik Zîya Ekîncî bihîst. Ez ji dil serexweşiyê li binemal û kesûkarên Mamosta Ekîncî dikim û ez hevxemê wan im.”
Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide hemiyan.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê