Pispor: Egera erdheja Stenbolê zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Pispor dibêjin, egera erdheja Stenbolê zêde bûye û bank bo erdheja Stenbolê xwe amade dikin.

Rojnameya “Bloomberg” di salvegera 25emîn ya Erdheja Marmarayê de, derbarî egera erdheja Stenbolê û amadekariyên kompanî û bankan de raportek amade kir.

Li gor raportê, Pispor roj bi roj zêdetir behsa nêzîkbûna erdhejeke mezin bo Stenbolê dikin. Tê pêşbînîkirin erdhej bi pileya 7.5 be ku eger heye ziyanên mezin bide bajar. Ji ber vê Bank û kompanî zêdetir li ser planên lezgîn radiwestin. Bankên mezin li paytext Enqerê nivîsîngehên sîber ava dikin û tîmên nû saz dikin.

Stenbol li ser xeteke mezin ya dabînkirina xurakê cîhanê de cih digre. Bank û kompanî ji ber egera dirustbûna astengiyan, li deverên din taybet li payetext Enqerê amadekariyan pêş dixin.

Bi nêrîna Komeleya Pîşesaz û Bazirganên Tirkiyê, sedî 80 avahiyên pîşesazî yên Stenbolê beriya sala 1999 hatine avakirin û di erdhejekê de ewê ziyanên mezin bibînin.

Fly Erbil Advertisment