Miles Caggins: Rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê bi 19 milyar dolaran zirar gehandiye Îraqê

Ebdulrehman Şêxlî: Rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê zirar gehandiye budceya Îraqê

Miles Caggins û Ebdulrehman Şêxlî
Miles Caggins û Ebdulrehman Şêxlî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) dibêje, “Heta niha duberekî li ser peymanên petrolê heye, lewma hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nehatiye destpêkirin.” Amajeyê jî dide, “Ji ber rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê, bi 19 milyar dolaran zirar gehiştiye Îraqê.”  Şarezayekî Darayî û Bankan jî dibêje, “Rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê bandor li ser sûka enerjiya cîhanî hebûye.”

Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) Miles Caggins û Şarezayê Darayî û Bankan Ebdulrehman Şêxlî di çarçoveya tevlîbûna di bernameya Basî Roj a K24ê de behsa sedemên hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir. Her du aliyan tekez li ser wê yekê kir ku, rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê zirareke zêde gehandiye aborê Îraqê.

Li destpêkê Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) Miles Caggins got, “Sûdanî û Biden dema civiyan li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir, niha Îraq ji ber rawestandina petrola Herêma Kurdistanê bi 19 milyar dolaran zirar kiriye.”

Miles Caggins ron jî kir, “Em li bendê ne ku Bexda pêngavên kiryarkî biavêje ji bo ku dîsa petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin, herwesa daxwaz ji Wezîrê Petrolê yê Îraqê jî hatiye kirin ku serdana Amerîka bike.”

Navbirî tekez jî kir, “Apikur û kompaniyên petrolê bi dotên xwe yên îdareya Biden re dê di danûstandinan de be, ji bo ku eger Wezîrê Petrolê yê Îraqê serdana Amerîkayê bike, wesa bikin ku danûstandin ber bi wê yekê ve be ku biryar bê dan dubare petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin.”

Berdevkê Apikurê behs jî kir, “Tirkiyeyê gelek caran ragehandiye ku boriya petrolê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê amade ye, lê ji ber xerciya berhemanîna petrolê ku ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve hatiye diyarkirin bûye arêşe û heta niha nehatiye çarekirina û duberekî li ser peymanan jî hene.”

Şarezayê Darayî û Bankan Ebdulrehman Şêxlî jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Herêma Kurdistanê pareke giring a Îraqê ye, her zirareka bigehe Herêma Kurdistanê digehe Îraqê jî, lewma rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo Îraqê bûye sedema zirareke zêde.”

Ebdulrehman Şêxlî amaje jî da, “rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bandor li ser sûka enerjiya cîhanî hebûye, herwesa bandoreke nerênî li ser budceya Îraqê jî hebûye.”

Navbirî ron jî kir, “Hikûmeta Îraqê bi çend rêkar û bingehên diyarkirî hatiye pabendkirin, ku ji aliyê Wezareta Gencîneya Amerîkayê ve hatiye danan, 21 sal li ser hin rêkaran derbaz bûne û çi guhertin tê de nehtine kirin.”