Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşiyê li Qayimqamê Zaxoyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber koçbarbûna babê Qayimqamê Zaxoyê Mişîr Mihemed Beşîr, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke behîdariyê rastî malbat û kesukarên Xudêjêrazî kir.
Ev jî tekista peyama behîdariyê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye:
Birêz Qayimqamê Zaxoyê Mişîr Mihemed Beşîr,
Ji ber wexera dûmahiyê ya babê we, ez behî û serexweşiyê li we û malbata we ya birêz dikim û ez hevpişkê xema we me. Xudayê mezin canê wî bi beheştê şad bike û sebir û hedarê bi we bide.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
22ê Tebaxa 2024ê