Li Şirnexê 15 rojan qedexe hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şirnexê, herêma çiyayê Cûdî û çîyayê Gabbarê, Dolê û Dêriye Zêr wek herêma teybet hat nişandan û 15 rojan qedexê hat ragihandin.
Parezgariya Şirnexê îro 28ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihand:
“Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî li Herêma çiyayê Cûdî ku di nav sînorên Navçeya Navendî ya Şirnexê, navçeyên Silopiya û Cizîrê de ye, Çîyayê Gabbarê alîye dikeve sînorê navçeya Basa û herwiha herêmen Dolê û Dêrîye zêr ku dikeve navbera Qilaban û Elkê yên navçeyên Şirnexê de, di navbera 30ê Tebaxê heta 14ê îlona 2024'an de ev herêm wek Herêma Ewlekariya Taybet hatiye nişandan û ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.’’